Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 1086 pêketiyên Kovîd-19ê hatin teşxîskirin, hejmara pêketiyan gihişt 206 hezar û 844an.
Di 24 saetên dawîn de 16 kesên din ji ber Kovîd-19ê canê xwe ji dest dan, hejmara miriyan bi giştî gihişt 5 hezar û 241ê.
Wezîrê Tendirustiyê Koca: "Kêmbûna hejmara pêketinan berdewam e. Pêdivê em baldar bin, kêmbûn hêdî, zêdebûn xurt rû dide." Koca: "Sedema hejmara pêketinên ku rojane ji hezarî derbas dike, pabendnebûna rênimayan e. Sedemên 16 mirinên îro, dikaribû rê li wan bên girtin." AA |