Li Turkiyeyê di 24 saetên dawîn de 1012 pêketiyên Kovîd-19ê hatin teşxîskirin, hejmara pêketiyan gihişt 212 hezar û 993yan. 19 kesên din ji ber Kovîd-19ê canê xwe ji dest dan, hejmara miriyan bi giştî gihişt 5 hezar û 363yan.
Di 24 saetên dawîn de bi rehetbûna hezar û 298 kesan, hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê gihişt 194 hezar û 515an.
Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca li ser hesabê xwe yê Twitterê got, "Di 3 rojên dawîn de 5 wîlayetên ku hejmara nexweşên entube li wan herî zêde ye; Stenbol, Enqere, Konya, Diyarbekir, Bûrsa. 5 wîlayetên ku têkra hejmara nexweşên beşa nexweşiya giran li wan herî zêde ye; Stenbol, Şanliurfa, Enqere, Gazîentab û Konya. Ji bo encamên çaverêkirî divê em pabendê rênimayan bin."
AA