Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 1008 pêketiyên Kovîd-19ê hatin teşxîskirin, hejmara pêketiyan gihişt 214 hezar û 1ê.
Di 24 saetên dawîn de 19 kesên din ji ber Kovîd-19ê canê xwe ji dest dan, hejmara miriyan bi giştî gihişt 5 hezar û 382yan.
Di 24 saetên dawîn de bi rehetbûna hezar û 156 kesan, hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê gihişt 195 hezar û 671ê.
Wezîrê Tendirustiyê Koca: "5 wîlayetên ku herî zêde hejmara pêketinan li wan e: Stenbol, Enqere, Gazîentab, Şanliurfa, Diyarbekir. Herwiha di beşa nexweşiya giran a van wîlayetan de zêdebûn heye."
Wezîrê Tendirustiyê Koca: "Em biryardarin li gorî daneyên beriya hefteyekê, têkra dakevin biniya 1000î. Li dijî Kovîd-19ê her rojên me ezmûn in."
AA