Li Turkiyeyê di 24 saetên dawîn de 1374 pêketiyên Kovîd-19ê hatin teşxîskirin, hejmara pêketiyan gihişt 198 hezar û 613an. 18 kesên din ji ber Kovîd-19ê canê xwe ji dest dan, hejmara miriyan bi giştî gihişt 5 hezar û 115an.
Di 24 saetên dawîn de bi rehetbûna hezar û 214 kesan, hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê gihişt 171 hezar û 809an.
Wezîrê Tendirustiyê Koca: "Hejmara rehetbûyên piştî razandinê û yên nû taburcîkirî di hevsengiyê de ye. Zêdebûna yên di beşa nexweşiya giran de jî di asta asayî de ye."
AA