Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn da teşxîsa Kovîd-19ê dan 1141 kesan, 32 kes mirin, jimara waqieyan bi tevahî derket 156 hezar û 827an, jimara miriyan jî derket 4 hezar û 340 kesî.
Di 24 saetên dawîn da 1092 kesên din baş bûn û jimara kesên ku tedawiya wan a Kovîd-19ê temam bûn derket 118 hezar û 694an.
Wezîr Fahrettîn Koca li ser hesabê xwe yê twîttêrê got "Jimara nexweşên baş bûn nêzî 120 hezarî bû. Guherbariya di jimara waqieyên nû da di asta dihat pêşbînikirin da ye. Hewcehiya unîteya nexweşiyên giran herku diçe kêm dibe."
AA