Kovîd-19: Li Turkiyeyê di 28ê Gulanê de rewşa dawî

 Li Turkiyeyê di 24 saetên dawîn de hejmara pêketiyan gihişt 160 hezar û 979an

Kovîd-19: Li Turkiyeyê di 28ê Gulanê de rewşa dawî

 Li Turkiyeyê di 24 saetên dawîn de 1182 pêketiyên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin teşxîskirin, hejmara pêketiyan gihişt 160 hezar û 979an. 34 kesên din ji ber Kovîd-19ê canê xwe ji dest dan, hejmara miriyan bi giştî gihişt 4 hezar û 461ê.

Di 24 saetên dawîn de bi başbûna hezar û 576 kesan, hejmara yên ku ji Kovîd-19ê rehet bûn gihişt 124 hezar û 769an.

Wezîrê Tandirustiyê Fahrettîn Koca li ser hesabê xwe yê Twitterê got, "Hejmara pêketiyan di asta çaverêkirî de ye. Siberoj bi pabendiya herdu mercên maske û jihevdûriya civakî, pêkve mumkun e."

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE