Kovîd-19: Li Turkiyeyê di 9ê Gulanê de rewşa dawî

Di 24 saetên dawîn da teşxîsa Kovîd-19ê dan 1546 kesan, 50 kes mirin û jimara waqieyan bi tevahî derket 137 hezar û 115an.

Kovîd-19: Li Turkiyeyê di 9ê Gulanê de rewşa dawî

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn da teşxîsa Kovîd-19ê dan 1546 kesan, 50 kes mirin û jimara waqieyan bi tevahî derket 137 hezar û 115an, jimara miriyan derket 3 hezar û 739an, jimara kesên baş bûn jî derket 89 hezar û 480yî.

Li gor daneyên rojane yên "Tabloya Vîrusa Koronayê ya Rojane ya Tirkiyeyê"yên ku di malpera Wezareta Tenduristiyê da cî digire û Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca jî ji ser Twîtterê parve kirin îro 35 hezar û 605 test hatin kirin, teşxîsa Kovîd-19ê dan 1546 kesan, 50 kes mirin.

Jimara testan bi tevahî derket milyonek 334 hezar û 411an, jimara waqieyan jî derket 137 hezar û 115an û jimara miriyan jî derket 3 hezar û 739an.

Jimaara nexweşên di unîteya giran da wekî 1168, jimara nexweşên girêdayî cîhaza bêhnhildanê jî wek 628 û jimara nexweşên baş bûn jî wekî 89 hezar û 480 hat qeydkirin.

- Ji Wezîr Koca nirxandin

Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca di parvekirina xwe ya ji ser hesabê Twîtterê da got ku "Kêmbûna di mijara kesên hewcehiya wan bi piştgiriya unîteya nexweşiyên giran heye dewam dike. Li gor jimara testên tê kirin teşxîsa waqieyên nû kêm dibe. Em dev jî tevdîran bernedin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE