Kovîd-19: Li Türkiyeyê rewşa dawî

Di 24 saetên dawîn de testa 27 hezar û 844 kesan pozîtîf derket, 217 kes canê xwe ji dest da.

Kovîd-19: Li Türkiyeyê rewşa dawî

Li Türkiyeyê di 24 saetên dawîn de 356 hezar û 132 testên Kovîd-19ê hatin kirin, 27 hezar û 844 kes pozîtîf derketin, 217 kesan canê xwe ji dest da.

Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Türkiyeyê, li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr"ê hat parvekirin.

Li gorî tabloyê di 24 saetên dawînde 356 hezar û 132 testên Kovîd-19ê hatin kirin, 27 hezar û 217 kes pozîtîf derketin, 217 kesan canê xwe ji dest da. Hejmara rehetbûyan jî 21 hezar û 267 e.

Ji bo nifûsa ji 18 salan mezintir, rêjeya derzîlêdanê ya doza yekem weke ji sedî 85,69 a doza duyem jî weke 69,28 hat tomarkirin.

Di çarçoveya Kovîd-19ê de heta îro li Türkiyeyê bi giştî 106 milyon û 893 hezar û 726 aşî hatiye kirin.

Bi vê re di çarçoveya Kovîd-19ê de di 24 saetên dawîn de 400 hezar û 962 kesan derzî li xwe dane.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE