Kovîd-19: Li Türkiyeyê rewşa dawî

Li Türkiyeyê testa Kovîd-19ê ya 30 hezar û 438 pozîtîf derket, 236 kes jiyana xwe ji dest da.

Kovîd-19: Li Türkiyeyê rewşa dawî

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 358 hezar û 64 testên Kovîd-19ê hatin kirin, 30 hezar û 438 kes pozîtîf derketin, 236 kesan canê xwe ji dest da.

Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Tirkiyeyê, li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr"ê hat parvekirin.

Li gorî tabloyê di 24 saetên dawînde 358 hezar û 64 testên Kovîd-19ê hatin kirin, 30 hezar û 438 kes pozîtîf derketin, 236 kesan canê xwe ji dest da. Hejmara rehetbûyan jî 31 hezar û 413 e.

Ji bo nifûsa ji 18 salan mezintir, rêjeya derzîlêdanê ya doza yekem weke ji sedî 87,46 a doza duyem jî weke 73,53 hat tomarkirin.

Di çarçoveya derzîlêdana Kovîd-19ê de heta îro li Tirkiyeyê bi giştî 111 milyon û 391 hezar û 198 aşî hatiye kirin.

Bi vê re di çarçoveya Kovîd-19ê de di 24 saetên dawîn de 312 hezar û 875 kesan derzî li xwe dane.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE