Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 362 hezar û 152 testên Kovîd-19ê hatin kirin, 30 hezar û 19 kes pozîtîf derketin, 217 kesan canê xwe ji dest da.
Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Tirkiyeyê, li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr"ê hat parvekirin.
Li gorî tabloyê di 24 saetên dawînde 362 hezar û 152 testên Kovîd-19ê hatin kirin, 30 hezar û 19 kes pozîtîf derketin, 217 kesan canê xwe ji dest da. Hejmara rehetbûyan jî 32 hezar û 240 e.
Ji bo nifûsa ji 18 salan mezintir, rêjeya derzîlêdanê ya doza yekem weke ji sedî 87,56 a doza duyem jî weke 73,80 hat tomarkirin.
Di çarçoveya derzîlêdana Kovîd-19ê de heta îro li Tirkiyeyê bi giştî 111 milyon û 674 hezar û 310 aşî hatiye kirin.
Bi vê re di çarçoveya Kovîd-19ê de di 24 saetên dawîn de 283 hezar û 112 kesan derzî li xwe dane.
AA