Kovîd-19: Li Türkiyeyê rewşa dawî

Di 24 saetên dawîn de testên 29 hezar û 240 kes pozîtîf derketin, 214 kes mirin.

Kovîd-19: Li Türkiyeyê rewşa dawî

Li Türkiyeyê di 24 saetên dawîn de 351 hezar û 165 testên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin kirin, 29 hezar û 240 pozîtîf derketin, 214 kes mirin.

Wezareta Tenduristiyê, Tabloya Rojane ya Koronavîrusê, li ser navnîşana  "covid19.saglik.gov.tr" parvekir.

Li gorî tabloyê di 24 saetên dawînde 351 hezar û 165 testên Kovîd-19ê hatin kirin, 29 hezar û 240 kes pozîtîf derketin, 214 kesan canê xwe ji dest da. Hejmara rehetbûyan jî 26 hezar û 539 e.

Ji bo nifûsa ji 18 salan mezintir, rêjeya derzîlêdanê ya doza yekem weke ji sedî 88,47 ya doza duyem jî weke 76,45 hat tomarkirin.

Di çarçoveya derzîlêdana Kovîd-19ê de heta îro li Türkiyeyê bi giştî 114 milyon û 207 hezar û 634 aşî hatiye kirin.

Bi vê re di çarçoveya Kovîd-19ê de di 24 saetên dawîn de 24 hezar û 236 kesan derzî li xwe dane.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE