Kovîd-19: Li Türkiyeyê rewşa dawî

Di 24 saetên dawîn de testên 24 hezar û 792 kes pozîtîf derketin, 195 kes mirin.

Kovîd-19: Li Türkiyeyê rewşa dawî

Li Türkiyeyê di 24 saetên dawîn de 338 hezar û 536 testên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin kirin, 24 hezar û 792 pozîtîf derketin, 195 kes mirin.

Wezareta Tenduristiyê, Tabloya Rojane ya Koronavîrusê, li ser navnîşana  "covid19.saglik.gov.tr" parvekir.

Li gorî tabloyê di 24 saetên dawînde 338 hezar û 536 testên Kovîd-19ê hatin kirin, 24 hezar û 792 kes pozîtîf derketin, 195 kesan canê xwe ji dest da. Hejmara rehetbûyan jî 24 hezar û 403 e.

Ji bo nifûsa ji 18 salan mezintir, rêjeya derzîlêdanê ya doza yekem weke ji sedî 88,87 ya doza duyem jî weke 77,49 hat tomarkirin.

Di çarçoveya derzîlêdana Kovîd-19ê de heta îro li Türkiyeyê bi giştî 115 milyon û 255 hezar û 712 aşî hatiye kirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE