Li Türkiyeyê di 24 saetên dawîn de 354 hezar û 580 testên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin kirin, 25 hezar û 528 pozîtîf derketin, 229 kes mirin.
Wezareta Tenduristiyê, Tabloya Rojane ya Koronavîrusê, li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr" parvekir.
Li gorî tabloyê di 24 saetên dawîn de 354 hezar û 580 testên Kovîd-19ê hatin kirin, 25 hezar û 528 kes pozîtîf derketin, 229kesan canê xwe ji dest da. Hejmara rehetbûyan jî 27 hezar û 651 e.
Li Türkiyeyê heta nuha 116 milyon û 23 hezar û 796 doz aşî hatiye kirin. Di çarçoveya têkoşîna dijî Kovîd-19ê de di 24 saetên dawîn de 161 hezar û 935 doz aşî hat kirin.
10 wîlayetên ku rêjeya derzîlêdana 2 dozan li wan herî zêde ye; Ordu, Mugla, Amasya, Kirklareli, Çanakkale, Osmaniye, Eskişehir, Balikesir, Edirne û Zonguldak in.
Herwiha wîlayetên ku rêjeya derzîlêdana 2 dozan li wan herêi kêm e jî ev in: Şanliurfa, Batman, Diyarbekir, Sêrt, Mûş, Mêrdîn, Bingol, Bidlîs, Agirî û Bayburt.
AA