Li Türkiyeyê di 24 saetên dawîn de 351 hezar û 373 testên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin kirin, 24 hezar û 409 pozîtîf derketin, 209 kes mirin.
Wezareta Tenduristiyê, Tabloya Rojane ya Koronavîrusê, li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr" parvekir.
Li gorî tabloyê di 24 saetên dawîn de 351 hezar û 373 testên Kovîd-19ê hatin kirin, 24 hezar û 409 kes pozîtîf derketin, 209 kesan canê xwe ji dest da. Hejmara rehetbûyan jî 30 hezar û 846 e.
Ji bo nifûsa ji 18 salan mezintir, rêjeya derzîlêdanê ya doza yekem weke ji sedî 89,18 a doza duyem jî weke 78,24 hat tomarkirin.
Li Türkiyeyê heta nuha 116 milyon û 123 hezar û 219 doz aşî hatiye kirin. Di çarçoveya têkoşîna dijî Kovîd-19ê de di 24 saetên dawîn de 99 hezar û 423 doz aşî hat kirin.
10 wîlayetên ku rêjeya derzîlêdana 2 dozan li wan herî zêde ye; Ordu, Mugla, Amasya, Kirklareli, Çanakkale, Osmaniye, Eskişehir, Balikesir, Edirne û Zonguldak in.
Herwiha wîlayetên ku rêjeya derzîlêdana 2 dozan li wan herêi kêm e jî ev in: Şanliurfa, Batman, Diyarbekir, Sêrt, Mûş, Mêrdîn, Bingol, Bidlîs, Agirî û Bayburt.
AA