Kovîd-19: Li Turkiyeyê rewşa dawî

Li Tirkiyeyê hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê gihişt 212 hezar û 557an

Kovîd-19: Li Turkiyeyê rewşa dawî

Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca got, "Ji nuha pê de li ser Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Tirkiyeyê dê li gorî standarda navneteweyî hejmara nexweşên giran ên piştî şewbê jî were dayin."

Koca li ser hesabê xwe yê Twitterê got, "Weke îlawe li ser hejmara nû û ya giştî ya nexweşan, ji derbarê seyrê de agahiya bihûrgilî pêşkêş bike dê Rêjeya Zaturreyê jî bê nîşandan."

Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca daneyên nû yên "Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Tirkiyeyê" ya li ser malpera înternetê ya Wezareta Tendirustiyê, ji ser hesabê xwe yê Twitterê parve kir. Li gorî wê îro 45 hezar û 712 test hatin kirin û hejmara testan bi giştî gihişt 4 milyon û 711 hezar û 95an.

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 942 pêketiyên Kovîd-19ê hatin teşxîskirin, hejmara pêketiyan gihişt 228 hezar û 924an. 14 kesên din ji ber Kovîd-19ê canê xwe ji dest dan, hejmara miriyan bi giştî gihişt 5 hezar û 659an.

Di 24 saetên dawîn de bi rehetbûna 996 kesan, hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê gihişt 212 hezar û 557an.

Hejmara nexweşên giran 542, rêjeya zaturreyê di nexweşan de jî ji sedî 9,4 e.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE