Kovîd-19: Li Turkiyeyê rewşa dawî

Di 24 saetên dawîn de 1412 pêketiyên Kovîd-19ê hatin teşxîskirin.

Kovîd-19: Li Turkiyeyê rewşa dawî

Li Turkiyeyê di 24 saetên dawîn de 1412 pêketiyên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin teşxîskirin, 19 kesan canê xwe ji dest dan.

Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca daneyên nû yên "Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Turkiyeyê" ya li ser malpera înternetê ya Wezareta Tendirustiyê, ji ser hesabê xwe yê Twitterê parve kir. Li gorî wê îro 92 hezar û 301 test hatin kirin û hejmara testan bi giştî gihişt 6 milyon û 061 hezar û 930an.

Di 24 saetên dawîn de 1412 pêketiyên Kovîd-19ê hatin teşxîskirin, hejmara pêketiyan gihişt 254 hezar û 520yan.

20 kesan canê xwe ji dest dan, hejmara miriyan bi giştî gihişt 6 hezar û 58an.

Di 24 saetên dawîn de bi rehetbûna 882 kesan, hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê gihişt 234 hezar û 797ê.

Hejmara nexweşên giran 735, rêjeya zaturreyê di nexweşan de ji sedî 7,3 e.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE