Kovîd-19: Li Türkiyeyê rewşa dawî

Li Türkiyeyê hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê gihişt 237 hezar û 908an

Kovîd-19: Li Türkiyeyê rewşa dawî

Li Türkiyeyê di 24 saetên dawîn de 1443 pêketiyên Kovîd-19ê hatin teşxîskirin, 18 kesan canê xwe ji dest dan.

Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca daneyên nû yên "Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Tirkiyeyê" ya li ser malpera înternetê ya Wezareta Tendirustiyê, ji ser hesabê xwe yê Twitterê parve kir. Li gorî wê îro 95 hezar û 943 test hatin kirin û hejmara testan bi giştî gihişt 6 milyon û 423 hezar û 409an.

Di 24 saetên dawîn de 1443 pêketiyên Kovîd-19ê hatin teşxîskirin, hejmara pêketiyan gihişt 259 hezar û 692yan. 18 kesên din ji ber Kovîd-19ê canê xwe ji dest dan, hejmara miriyan bi giştî gihişt 6 hezar û 139an.

Di 24 saetên dawîn de bi rehetbûna 743 kesan, hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê gihişt 237 hezar û 908an.

Hejmara nexweşên giran 796, rêjeya zaturreyê di nexweşan de ji sedî 7,4 e.

Wezîrê Tendirustiyê Koca: "Îro di encama 96 hezar testan de 1443 nexweşên nû hatin tesbîtkirinç Hejmara nexweşên giran derdora 800î ye. Xebatkarên me yên tendirustiyê bi hemî hêza xwe hewl didin nexweşan rehet bikin. Ya ku hejmara nexweşan kêm bike, tedbîr in. Di dawiyê de ya têkçûyî dê vîrus be."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE