Kovîd-19: Li Türkiyeyê rewşa dawî

Di 24 saetên dawîn de 44 kesên din ji ber Kovîd-19ê canê xwe ji dest dan.

Kovîd-19: Li Türkiyeyê rewşa dawî

Li Türkiyeyê di 24 saetên dawîn de 1587 pêketiyên Kovîd-19ê hatin teşxîskirin, hejmara pêketiyan gihişt 270 hezar û 133yan.

Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca daneyên nû yên "Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Türkiyeyê" ya li ser malpera înternetê ya Wezareta Tendirustiyê, ji ser hesabê xwe yê Twitterê parve kir. Li gorî wê îro 110 hezar û 102 test hatin kirin û hejmara testan bi giştî gihişt 7 milyon û 138 hezar û 492yan.

Li Türkiyeyê di 24 saetên dawîn de 1587 pêketiyên Kovîd-19ê hatin teşxîskirin, hejmara pêketiyan gihişt 270 hezar û 133yan.

Di 24 saetên dawîn de 44 kesan canê xwe ji dest dan, hejmara miriyan bi giştî gihişt 6 hezar û 370yan.

Bi rehetbûna 1087 kesan, hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê gihişt 244 hezar û 926an.

Hejmara nexweşên giran 961, rêjeya zaturreyê di nexweşan de ji sedî 7,5 ye.

- "Zêdetir ji 110 hezar test hatin kirin"

Wezîrê Tendirustiyê Koca li ser hesabê xwe yê Twitterê got, "Îro em gihiştin hejmara herî zêde ya testan. Zêdetir ji 110 hezar test hatin kirin. 1587 nexweşên nû hatin tesbîtkirin. Peyv û reqem nikarin xemgîniya me ya ji ber wefatan îfade bikin. Hêza me têrî sitendina tedbîran û parastina hezkiriyan heye. Hêz di tedbîran de ye."

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE