Kovîd-19: Li Türkiyeyê rewşa dawî

Di 24 saetên dawîn de 1572 pêketiyên Kovîd-19ê hatin teşxîskirin.

Kovîd-19: Li Türkiyeyê rewşa dawî

Li Türkiyeyê di 24 saetên dawîn de 1572 pêketiyên Kovîd-19ê hatin teşxîskirin, hejmara pêketiyan gihişt 271 hezar û 705an.

Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca daneyên nû yên "Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Türkiyeyê" ya li ser malpera înternetê ya Wezareta Tendirustiyê, ji ser hesabê xwe yê Twitterê parve kir. Li gorî wê îro 109 hezar û 443 test hatin kirin û hejmara testan bi giştî gihişt 7 milyon û 247 hezar û 935an.

Li Türkiyeyê di 24 saetên dawîn de 1572 pêketiyên Kovîd-19ê hatin teşxîskirin, hejmara pêketiyan gihişt 271 hezar û 705an.

Di 24 saetên dawîn de 47 kesan canê xwe ji dest dan, hejmara miriyan bi giştî gihişt 6 hezar û 417an.

Bi rehetbûna 1003 kesan, hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê gihişt 245 hezar û 929an.

Hejmara nexweşên giran 991, rêjeya zaturreyê di nexweşan de ji sedî 7,6 ye.

- "Zêdebûna hejmara nexweşên aktîf didome"

Wezîrê Tendirustiyê Koca li ser hesabê xwe yê Twitterê got, "Ya ku hejmara mirinan û nexweşên giran kêm bike herwiha biqedîne, pabendiya tedbîran e. Zêdebûna hejmara nexweşên aktîf didome. Heke em pabend bin emê serkevin. Hêz di tedbîran de ye."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE