Kovîd-19: Li Türkiyeyê rewşa dawî

Li Türkiyeyê di 24 saetên dawîn de 1642 pêketiyên Kovîd-19ê hatin tesbîtkirin 49 kes mirin

Kovîd-19: Li Türkiyeyê rewşa dawî

Li Türkiyeyê di 24 saetên dawîn de 1642 pêketiyên Kovîd-19ê hatin tesbîtkirin, 49 kesan canê xwe ji dest da.

Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Türkiyeyê, li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr"ê hat parvekirin. Li gorî daneyên rojane îro 110 hezar û 225 test hatin kirin û hejmara testan bi giştî gihişt 7 milyon û 466 hezar û 87an.

Di 24 saetên dawîn de 49 kesên din ji ber Kovîd-19ê canê xwe ji dest dan, hejmara nexweşên rewşgiran bû 1041.

Îro bi rehetbûna 1211 kesan, hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê gihişt 248 hezar û 87an.

Hejmara nexweşên rewş giran bû 1041, rêjeya zaturreyê di nexweşan de weke ji sedî 7,6 hat tomarkirin.

Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca li ser hesabê xwe yê Twitterê got, "Rêjeya pnomoniyê li 5 wîlayetên me yên ku herî zêde nexweş li wan hene wisa ye; Enqere ji sedî 4,7, Stenbol ji sedî 4,61, Konya ji sedî 8,78, Kayseri ji sedî 6,49, Diyarbekir ji sedî 8,37. Hêz di tedbîran de ye." 

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE