Li Türkiyeyê di 24 saetên dawîn de 1612 pêketiyên Kovîd-19ê hatin tesbîtkirin, 53 kesan canê xwe ji dest da.
Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Türkiyeyê, li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr"ê hat parvekirin. Li gorî daneyên rojane îro 117 hezar û 113 test hatin kirin û hejmara testan bi giştî gihişt 7 milyon û 583 hezar û 200an.
Di 24 saetên dawîn de 53 kesên din ji ber Kovîd-19ê canê xwe ji dest dan, hejmara nexweşên rewşgiran bû 1076.
Îro bi rehetbûna 1021 kesan, hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê gihişt 249 hezar û 108 an.
Hejmara nexweşên rewş giran bû 1076, rêjeya zaturreyê di nexweşan de weke ji sedî 7,5 hat tomarkirin.