Kovîd-19: Li Türkiyeyê rewşa dawî

Di 24 saetên dawîn da 57 nexweşan wefat kir.

Kovîd-19: Li Türkiyeyê rewşa dawî

Li Türkiyeyê di 24 saetên dawîn da 103 hezar û 925 testên Kovîd-19ê hatin kirin û teşxîsa nexweşiyê dan 1703 kesan, jimara waqieyan bi tevahî derket 281 hezar û 509an, jimara miriyan derket 6 hezar û 730yî.

Tabloya Vîrusa Koronayê ya Rojane ya Türkiyeyê ji ser "covid19.saglik.gov.tr"yê hat parvekirin. Li gor daneyên rojane îro 103 hezar û 925 test hatin kirin, teşxîsa Kovîd-19ê dan 1703 kesan.

Di 24 saetên dawîn da 57 nexweşan wefat kir, 1047 kes baş bûn. Jimara kesên ku tedawiya wan a Kovîd-19ê temam bûn derket 252 hezar û 152yan.

Jimara testan bi tevahî derket 7 milyon û 883 hezar û 464an, jimara waqieyan bû 281 hezar û 509, jimara miriyan derekt 6 hezar û 730yî.

Jimara nexweşên aktîf 22 hezar û 627, jimara nexweşên giran 1118, li nexweşxaneyan rêjeya zatureyê jî ji sedî 7,6 e.

- "Bajarê me yê ku rojane herî zêde nexweş tê dîtin Ankara ye"

Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca di parvekirina xwe ya ji ser hesabê çapemeniya civakî da got ku "Bajarê me yê ku rojane herî zêde nexweş lê tê dîtin Ankara ye. Li tevahiya Tirkiyeyê di hefteya dawîn da bajarê me yê ku rêjeya zatureyê zêde bûye tune. Jimara nexweşên me yên giran bi zêdebûn dewam dike. Heke em bi hev ra guh bidin tevdîran dê ya têkçûyî bibe vîrus."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE