Li Türkiyeyê di 24 saetên dawîn de 104 hezar û 402 testên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin kirin, 1429 pêketî hatin tesbîtkirin.
Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Türkiyeyê, li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr"ê hat parvekirin.
Li gorî daneyên rojane îro 104 hezar û 402 test hatin kirin û hejmara testan bi giştî gihişt 10 milyon û 806 hezar û 285an.
Di 24 saetên dawîn de 104 hezar û 402 testê Kovîd-19ê hatin kirin, 1429 pêketî hatin tesbîtkirin.
Îro bi rehetbûna 1182 kesan, hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê gihişt 285 hezar û 50î.
Di 24 saetên dawîn de 57 kesan ji ber Kovîd-19ê canê xwe ji dest dan, hejmara nexweşên rewşgiran bû 1475.
Hejmara nexweşan 324 hezar û 443 û ya nexweşên rewşgiran bû 1475.
Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca li ser hesabê xwe yê Twitterê got, "Divê em nekevin rehawetê û nebin destberdarê tedbîran. Pêkve em pabendê tedbîran bin û firsendê nedin vîrusê. Heke em pêkve bin emê bi ser kevin."
AA