Kovîd-19: Li Türkiyeyê rewşa dawî

Li Türkiyeyê di 24 saetên dawîn de 1603 pêketiyên Kovîd-19ê hatin tesbîtkirin 57 kes mirin

Kovîd-19: Li Türkiyeyê rewşa dawî

Li Türkiyeyê di 24 saetên dawîn de 1603 pêketiyên Kovîd-19ê hatin tesbîtkirin 57 kes mirin. 

Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Türkiyeyê, li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr"ê hat parvekirin.

Li gorî daneyên rojane îro 115 hezar û 632 test hatin kirin û hejmara testan bi giştî gihişt 10 milyon û 931 hezar û 917an.

Li Türkiyeyê di 24 saetên dawîn de 115 hezar û 632 testê cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin kirin, 1603 pêketî hatin tesbîtkirin. 57 kesan ji ber Kovîd-19ê canê xwe ji dest dan.

Îro bi rehetbûna 1320 kesan, hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê gihişt 286 hezar û 370î.

Hejmara nexweşan 326 hezar û 46 û ya nexweşên rewşgiran bû 1412.

Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca li ser hesabê xwe yê Twitterê got, "Hejmara nexweşên me yên rewşgiran ber bi kêmbûnê ve ye, 1603 nexweşên nû hene. Divê em hejmara nexweşan kêm bikin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE