Li Türkiyeyê di 24 saetên dawîn de 1615 pêketiyên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin tesbîtkirin 56 kes mirin.
Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Türkiyeyê, li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr"ê hat parvekirin.
Li gorî daneyên rojane îro 117 hezar û 101 test hatin kirin û hejmara testan bi giştî gihişt 11 milyon û 278 hezar û 476an.
Di 24 saetên dawîn de 117 hezar û 101 testê Kovîd-19ê hatin kirin, 1615 pêketî hatin tesbîtkirin. 58 kesan canê xwe ji dest dan, hejmara nexweşên rewşgiran bû 1403.
Îro bi rehetbûna 1398 kesan, hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê gihişt 290 hezar û 352yan.
Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca li ser hesabê xwe yê Twitterê got, "Meyla ber bi daketinê ya nexweşên rewşgiran didome. Ya ku şewbê di bin kontrolê de bigire fîlyasyon û îzolasyon e."
AA