Kovîd-19: Li Türkiyeyê rewşa dawî

Li Türkiyeyê di 24 saetên dawîn de 1632 pêketiyên Kovîd-19ê hatin tesbîtkirin, 62 kes mirin

Kovîd-19: Li Türkiyeyê rewşa dawî

Li Türkiyeyê di 24 saetên dawîn de 114 hezar û 992 test hatin kirin, 1632 pêketiyên Kovîd-19ê hatin tesbîtkirin, 62 kesan canê xwe ji dest da.

Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Türkiyeyê, li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr"ê hat parvekirin.

Li gorî daneyên rojane îro 114 hezar û 992 test hatin kirin û hejmara testan bi giştî gihişt 11 milyon û 846 hezar û 342yan.

Di 24 saetên dawîn de 114 hezar û 992 test hatin kirin, 1632 pêketiyên Kovîd-19ê hatin tesbîtkirin, 62 kesan canê xwe ji dest da.

Hejmara nexweşên rewşgiran bû 1416, di 24 saetên dawîn de bi rehetbûna 1314 pêketiyan hejmara rehetbûyên pêketiyên Kovîd-19ê gihişt 296 hezar û 972yan.

Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca li ser hesabê xwe yê Twitterê got, "Hejmara nexweşên rewşgiran stabîl e. Kêmkirina hejmara nexweşan di destê me de ye. Em bi pabendiya tedbîran dikarin vîrusê têk bibin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE