Kovîd-19: Li Türkiyeyê rewşa dawî

Di 24 saetên dawîn de teşxîsa nexweşiyê dan 2165 kesan û 74 kes jî canê xwe ji dest da.

Kovîd-19: Li Türkiyeyê rewşa dawî

Li Türkiyeyê di 24 saetên dawîn da 115 hezar û 979 testên Kovîd-19ê hatin kirin teşxîsa nexweşiyê dan 2165 kesan, 74 kes mirin.

Tabloya Vîrusa Koronayê ya Rojane ya Tirkiyeyê ji ser malpera "covid19.saglik.gov.tr"yê hat parvekirin. Li gor daneyên rojane di 24 saetên dawîn da 115 hezar û 979 testên Kovîd-19ê hatin kirin, teşxîsa nexweşiyê dan 2 hezar û 165 kesan.

Di 24 saetên dawîn da 74 kes ji ber Kovîd-19ê mirin, 1493 kes baş bûn. Bi vî awayî jimara kesên tedawiya wan a Kovîd-19ê hat temamkirin derket 311 hezar û 520 kesî.

Jimara testan bi tevahî derket 12 milyon û 992 hezar û 246an. Jimara nexweşan derket 357 hezar û 693yan, jimara miriyan derket 9 hezar û 658an, jimara nexweşên giran bû 1648, jimara nexweşên aktîf bû 36 hezar û 515an.

Wezîr Koca: "Heke em guh nedin tevdîran her tiştê halê xwe da bihêlin bi tesîra cihên girtî dê zivistan ji bo me hemûyan bibe heyameke têkçûnê."

Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca: "Em di vê maweya şewbê da ezmûna rastîn dijî qerebalixiyê bidin. Em ji xeynî mala xwe kargeha me jî di nav da li her deêr ku kesên din li wir hene maskeyê biemilînin. Bi rêbaza mesafeyê xwe ji vîrusê biparêzin. Hêza esil a ku dê pêşî li waqieyên nû bigire ev tevdîrên hêsan in."

Wezîr Tenduristiyê Fahrettîn Koca: "Di têkoşîna dijî şewbê da hê jî çekeke me ya ji tevdîran hêzdartir tune. Em dizanin ku ev têkoşîn tenê bi tedawîkirinê nayê qezenckirin, bi pêşîlêgirtina belavbûnê tê qezenckirin. Ev jî tenê bi guhdana tevdîran mimkûn e."

Wezîr Koca: "(Aşiya grîpê) Ez dixwazim bibêjim ku li gor par herî kêm du qat zêdetir aşî tê tedarikkirin, em hewl didin ku vê derxînin 3 milyonî heta zêdetirê wê."

Wezîr Koca: "Em difikirin ku li Türkiyeyê aşiya ku tesîra wê ya nebaş herî kêm e tetbîq bikin.Muhtemelen em dikarin di kanûnê da nêzî 5 milyon aşî bikin."

Wezîr Koca: "Niha nîvê waqieyên Kovîd-19ê yên ku li dinyayê tê dîtinn li Ewropayê ye. Ewropa niha bûye wekî navenda pandemiyê û di hefteyên li pêş me da ev dê bêtir zêde bibe."

Wezîrê Tenduristiyê Koca: "Îro 2165 nexweşên me yên nû hatin tesbîtkirin. Me bi tevahî biqasî 13 milyonî test kirin."

Koca: "Zêdebûna jimara nexweşên me yên giran dewam dike. Di asta ku em di têkoşîna dijî şewbê da gihaştinê da çeka herî mezin a di destê me da di serî da maske tevdîr in."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE