Li Türkiyeyê di 24 saetên dawîn da 132 hezar û 913 testên Kovîd-19ê hatin kirin teşxîsa nexweşiyê dan 2198 kesan, 75 kes mirin.
Tabloya Vîrusa Koronayê ya Rojane ya Türkiyeyê ji ser malpera "covid19.saglik.gov.tr"yê hat parvekirin. Li gor daneyên rojane di 24 saetên dawîn da 132 hezar û 913 testên Kovîd-19ê hatin kirin, teşxîsa nexweşiyê dan 2 hezar û 198 kesan.
Di 24 saetên dawîn da 75 kes ji ber Kovîd-19ê mirin, 1618 kes baş bûn. Bi vî awayî jimara kesên tedawiya wan a Kovîd-19ê hat temamkirin derket 316 hezar û 8 kesî.
Jimara testan bi tevahî derket 13 milyon û 350 hezar û 801an. Jimara nexweşan derket 363 hezar û 999an, jimara miriyan derket 9 hezar û 874an, jimara nexweşên giran bû 1780.