Li Türkiyeyê di 24 saetên dawîn da 136 hezar û 525 testên Kovîd-19ê hatin kirin, teşxîsa nexweşiyê dan 2 hezar û 322 kesan, 78 kes mirin.
Jimara nexweşên giran bû 1966, di 24 saetên dawîn da tedawiya 1703 kesan temam bû û jimara başbûyiyan derket 322 hezar û 465an.
Wezîrê Tenduristiyê Koca: "Heke em bixwazin ku sibê jimara nexweşên me ji yên îro hindiktir be divê em lîvdariyê daxînin ji sêyan yekî."