Li Türkiyeyê di 24 saetên dawî da 124 hezar û 109 testên Kovîd-19ê hatin kirin, teşxîsa nexweşiyê dan 2 hezar û 213kesan, 75 kes mirin.
Jimara nexweşên giran bû 2 hezar û 75, di 24 saetên dawîn da tedawiya Kovîd-19ê ya 1506 kesan temam bû û jimara başbûyiyan derket 323 hezar û 971î.
Wezîrê Fahrettîn Koca: "Jimara nexweşên me yên giran di rojekê da ji sedî 5 zêde bû. Ev rewş nîşan dide ku divê em di mijara têkoşîna dijî şewbê da hesasiyeta xwe zêde bikin."
AA