Kovîd-19: Li Türkiyeyê rewşa dawî

Li Türkiyeyê di 24 saetên dawîn de 2576 pêketiyên Kovîd-19ê hatin tesbîtkirin, 85 kes mirin

Kovîd-19: Li Türkiyeyê rewşa dawî

Li Türkiyeyê di 24 saetên dawîn de 2 hezar û 576 pêketiyên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin tesbîtkirin, 85 kesan canê xwe ji dest da.

Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Türkiyeyê, li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr"ê hat parvekirin.

Li gorî daneyên rojane îro 145 hezar û 411 test hatin kirin û hejmara testan bi giştî gihişt 15 milyon û 273 hezar û 222yan.

Di 24 saetên dawîn de 2 hezar û 576 pêketiyên Kovîd-19ê hatin tesbîtkirin, 85 kesan canê xwe ji dest da.

Hejmara nexweşên rewşgiran bû 2 hezar û 867, di 24 saetên dawîn de ku bi rehetbûna 2047 pêketiyan hejmara pêketiyên Kovîd-19ê gihişt 340 hezar û 286an.

Ligorî daneyên heftane, vê hefteyê rêjeya zaturreyê di nexweşan de ji sedî 4,2 ye. Rêjeya tijebûna qeryoleyan ji sedî 53,5 e. Rêjeya tijebûna beşa nexweşiya giran 69,9 e. Rêjeya tijebûna ventîlatorê 34,9 e.

Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca li ser hesabê xwe yê Twitterê got, "Îro 2 hezar û 576 pêketî hatin tesbîtkirin. Hejmara nexweşên me yên giran li gorî duh 127 zêdetir e. Maskeyê bi awayekî rast bidin ber devê xwe."

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE