Kovîd-19: Li Türkiyeyê rewşa dawî

Di 24 saetên dawîn de 86 kesan canê xwe ji dest da.

Kovîd-19: Li Türkiyeyê rewşa dawî

Li Türkiyeyê di 24 saetên dawîn de 2 hezar û 693 pêketiyên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin tesbîtkirin, 86 kesan canê xwe ji dest da.

Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Türkiyeyê, li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr"ê hat parvekirin.

Li gorî daneyên rojane îro 145 hezar û 989 test hatin kirin û hejmara testan bi giştî gihişt 15 milyon û 565 hezar û 409an.

Di 24 saetên dawînde 145 hezar û 944 test hatin kirin, 2693 pêketî hatin tesbîtkirin, 86 kesan canê xwe ji dest da.

Ligorî daneyên heftane, vê hefteyê rêjeya zaturreyê di nexweşan de ji sedî 4,2 ye. Rêjeya tijebûna qeryoleyan ji sedî 53,5 e. Rêjeya tijebûna beşa nexweşiya giran 69,9 e. Rêjeya tijebûna ventîlatorê 34,9 e.

Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca li ser hesabê xwe yê Twitterê got, "Îro 2 hezar û 693 pêketî hatin tesbîtkirin. Têkoşana dijî şewbê him bi takekesî û him jî weke civakî dikare bê meşandin. Xebatkarên me yên tendirustiyê ji bo barê nexweşxaneyê di asta ku bikaribin birêve bibin de bigirin, heta ji wan tê dixebitin. Em encax dikarin pêkve zora vîrusê bibin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE