Kovîd-19: Li Turkiyeyê rewşa dawî

Di 24 saetên dawîn de bi rehetbûna hezar û 15 kesan, hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê gihişt 153 hezar û 379an.

Kovîd-19: Li Turkiyeyê rewşa dawî

Wezareta Tendirustiyê ragihand ku li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de hezar û 467 pêketiyên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin teşxîskirin, 17 kesan jî canê xwe ji dest dan.

Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca daneyên nû yên "Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Tirkiyeyê" ya li ser malpera înternetê ya Wezareta Tendirustiyê, ji ser hesabê xwe yê Twitterê parve kir. Li gorî wê îro 46 hezar û 800 test hatin kirin û Hejmara testan bi giştî gihişt 2 milyon û 721 hezar û 3yan.

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de hezar û 467 pêketiyên Kovîd-19ê hatin teşxîskirin, hejmara pêketiyan gihişt 181 hezar û 298an. 17 kesên din ji ber Kovîd-19ê canê xwe ji dest dan, hejmara miriyan bi giştî gihişt 4 hezar û 842yan.

Di 24 saetên dawîn de bi rehetbûna hezar û 15 kesan, hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê gihişt 153 hezar û 379an.

Hejmara nexweşên di beşa nexweşiya giran de bi giştî 732 ye û nexweşên girêdayî ventîlatorê jî 303 ne.

Wezîrê Tendirustiyê Koca li ser hesabê xwe yê Twitterê got, "Hejmara pêketiyan 125 ji ya duh kêmtir e. Hejmara nexweşên ku nû li nexweşxaneyê hatine rezandin 110 e. Hejmara yên di beşa nexweşiya giran de 10 zêde bû. Li gorî tabloya dawîn hejmara teşxîsan derketiye ser 1000î re. Hinek herêm û tevgerên komî li vê tesîrê dike. Em bi tedbîran bihêz in."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE