Kovîd-19: Li Türkiyeyê rewşa dawî

Di 24 saetên dawîn de 3223 pêketiyên Kovîd-19ê hatin tesbîtkirin.

Kovîd-19: Li Türkiyeyê rewşa dawî

Li Türkiyeyê di 24 saetên dawîn de 3 hezar û 223 pêketiyên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin tesbîtkirin, 89 kesan canê xwe ji dest da.

Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Türkiyeyê, li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr"ê hat parvekirin.

Li gorî daneyên rojane îro 142 hezar û 496 test hatin kirin û hejmara testan bi giştî gihişt 16 milyon û 156 hezar û 470yî.

Di 24 saetên dawînde 142 hezar û 496 test hatin kirin, 3233 pêketî hatin tesbîtkirin, 92 kesan canê xwe ji dest da.

Hejmara nexweşên rewşgiran bû 3439, di 24 saetên dawîn de ku bi rehetbûna 2561 pêketiyan hejmara pêketiyên Kovîd-19ê gihişt 353 hezar û 663an.

Ligorî daneyên heftane, vê hefteyê rêjeya zaturreyê di nexweşan de ji sedî 4,2 ye. Rêjeya tijebûna qeryoleyan ji sedî 53,5 e. Rêjeya tijebûna beşa nexweşiya giran 69,9 e. Rêjeya tijebûna ventîlatorê 34,9 e.

Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca li ser hesabê xwe yê Twitterê got, "Îro 3 hezar û 223 pêketî hatin tesbîtkirin. Hejmara mirinan a rojane nêzîkî 100î ye. Qebareyeke hêz û binemaya xebatkarên me yên tendirustiyê jî heye. Bi pabendiya tedbîran hêzê bidin têkoşanê."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE