Kovîd-19: Li Türkiyeyê rewşa dawî

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 4542 pêketiyên Kovîd-19ê hatin tesbîtkirin, 123 kes mirin

Kovîd-19: Li Türkiyeyê rewşa dawî

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 4 hezar û 542 pêketiyên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin tesbîtkirin, 123 kesan canê xwe ji dest da.

Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Tirkiyeyê, li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr"ê hat parvekirin.

Li gorî daneyên rojane îro 157 hezar û 756 test hatin kirin û hejmara testan bi giştî gihişt 16 milyon û 781 hezar û 781ên. 

Di 24 saetên dawînde 157 hezar û 756 test hatin kirin, 542 pêketî hatin tesbîtkirin, 123 kesan canê xwe ji dest da.

Hejmara nexweşên rewşgiran bû 3 hezar û 850, di 24 saetên dawîn de ku bi rehetbûna 2 hezar û 918 pêketiyan hejmara pêketiyên Kovîd-19ê gihişt 364 hezar û 573yan.

Ligorî daneyên heftane, vê hefteyê rêjeya zaturreyê di nexweşan de ji sedî 3,8 e. Rêjeya tijebûna qeryoleyan ji sedî 54,7 e. Rêjeya tijebûna beşa nexweşiya giran 70,8 e. Rêjeya tijebûna ventîlatorê 37,6 e.

- "Beşdarî têkoşanê bibin"

Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca li ser hesabê xwe yê Twitterê got, "Îro 4 hezar û 542 pêketî hatin tesbîtkirin. Hejmara nexweşên rewşgiran bû 3 hezar û 850. Heke em rewrewa nexweşiyê baştir nekin, dibe ku li hemî qada jiyana me tedbîrên neçarî hebin. Beşdarî têkoşanê bibin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE