Kovîd-19: Li Türkiyeyê rewşa dawî

Li Türkiyeyê di 24 saetên dawîn de 6017 pêketiyên Kovîd-19ê hatin tesbîtkirin, 139 kes mirin

Kovîd-19: Li Türkiyeyê rewşa dawî

Li Türkiyeyê di 24 saetên dawîn de 6 hezar û 17 pêketiyên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin tesbîtkirin, 139 kesan canê xwe ji dest da.

Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Türkiyeyê, li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr"ê hat parvekirin.

Li gorî daneyên rojane îro 155 hezar û 516 test hatin kirin û hejmara testan bi giştî gihişt 17 milyon û 245 hezar û 617an.

Di 24 saetên dawînde 155 hezar û 516 test hatin kirin, 6 hezar û 17 pêketî hatin tesbîtkirin, 139 kesan canê xwe ji dest da. Hejmara miriyan gihişt 12 hezar û 358an.

Hejmara nexweşên rewşgiran bû 4 hezar û 217, di 24 saetên dawîn de ku bi rehetbûna 3 hezar û 812 kesan, hejmara pêketiyên Kovîd-19ê gihişt 3 hezar û 741 hezar û 637an.

Ligorî daneyên heftane, vê hefteyê rêjeya zaturreyê di nexweşan de ji sedî 3,8 e. Rêjeya tijebûna qeryoleyan ji sedî 54,7 e. Rêjeya tijebûna beşa nexweşiya giran 70,8 e. Rêjeya tijebûna ventîlatorê 37,6 e.

- "Ji bo hezkiriyên xwe pabendî rênimayan bin"

Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca li ser hesabê xwe yê Twitterê got, "Îro 6 hezar û 17 pêketî hatin tesbîtkirin. Ji bo tedbîr û sînordarkirin di demeke nêzîk de encamê bidin, pabendî rênimayan bin. Têkoşana dijî nexweşiyê bi sedê salan nehatiye guhertin; paqijiya destan, maske û jihevdûrî. Ji bo hezkiriyên xwe pabendî rênimayan bin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE