Kovîd-19: Li Türkiyeyê rewşa dawî

Li Türkiyeyê hejmara herî bilind a rojane ya wefatan hat tomarkirin

Kovîd-19: Li Türkiyeyê rewşa dawî

Li Türkiyeyê di 24 saetên dawîn de 6 hezar û 876 pêketiyên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin tesbîtkirin, 174 kesan canê xwe ji dest da.

Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Türkiyeyê, li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr"ê hat parvekirin.

Li gorî daneyên rojane îro 168 hezar û 348 test hatin kirin û hejmara testan bi giştî gihişt 17 milyon û 901 hezar û 868an.

Di 24 saetên dawînde 168 hezar û 348 test hatin kirin, 29 hezar û 132 pozîtîf hatin tesbîtkirin, 174 kesan canê xwe ji dest da.

Hejmara nexweşên rewşgiran bû 4711, di 24 saetên dawîn de ku bi rehetbûna 3291 kesan, hejmara pêketiyên Kovîd-19ê gihişt 388 hezar û 771ê.

Ligorî daneyên heftane, vê hefteyê rêjeya zaturreyê di nexweşan de ji sedî 3,4 e. Rêjeya tijebûna qeryoleyan ji sedî 54,7 e. Rêjeya tijebûna beşa nexweşiya giran 71,3 ye. Rêjeya tijebûna ventîlatorê 39,2 ye.

- "Heke em pabendî tedbîran bin, pêdivî bi sînordarkirinan namîne"

Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca li ser hesabê xwe yê Twitterê got, "Îro 6 hezar û 876 pêketî hatin tesbîtkirin. Hejmara nexweşên me yên aktîf zêde dibe. Dê bi qasî seyra şewbê, pabendiya me ya ji sînordarkirina re jî diyarker be. Heke em pabendî tedbîran bin, pêdivî bi sînordarkirinan namîne. Heke em bihev re têbikoşin, emê biserkevin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE