Li Türkiyeyê di 24 saetên dawîn de 176 hezar û 656 testên Kovîd-19ê hatin kirin, testa Kovîd-19ê ya 31 hezar û 219 kesan pozîtîf derket, 188 kes mirin.
Jimara nexweşên giran bû 5 hezar û 190, di 24 saetên dawîn da tedawiya Kovîd-19ê ya 4 hezar û 485 kesan temam bû û jimara başbûyiyan derket 404 hezar û 727an.
Fahrettîn Koca li ser hesabê xwe yê twîtterê de got; ''Hewcehiya me bi parastina xurttir û tevdîrên xurttir heye. Em mecbûr in ku têkoşînê bi hev ra bidomînin. Guh bidin tevdîran û piştgiriyê bidin têkoşînê."
AA