Li Türkiyeyê di 24 saetên dawîn de 187 hezar û 518 test hatin kirin, testa 32 hezar û 381 kesan pozîtîf derket, 183 kesan canê xwe ji dest da.
Hejmara nexweşên rewşgiran bû 5611, di 24 saetên dawîn de ku bi rehetbûna 4190 kesan, hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê gihişt 418 hezar û 331ê.
Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca li ser hesabê xwe yê twîtterê got, "Îro 6 hezar û 511 nexweşên nû hatin tesbîtkirin. Pêdivê em hejmara nexweşên xwe kêm bikin."
AA