Li Türkiyeyê di 24 saetên dawîn de 204 hezar û 411 test hatin kirin, testa 31 hezar û 712 kesan pozîtîf derket, 217 kesan canê xwe ji dest da.
Hejmara nexweşên rewşgiran bû 5901, di 24 saetên dawîn de ku bi rehetbûna 5846 kesan, hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê gihişt 447 hezar û 361ê.
Koca ragihand ku rêjeya tijîbûna beşa nexweşiya giran li İstanbulê ji sedî 68,2, li Ankarayê ji sedî 73,5, li Îzmîrê jî ji sedî 77,6 e.
Wezîr Koca: "Li welatê me li gorî lûtkeya pêşî ya meha nîsanê, di hejmara pêketinên rojane de, ji 5 qatan zêdetir pêketin û ji sedî 55 zêdebûna mirinan heye."
Wezîrê Tendirustiyê Koca: "Nexweşxaneyên me û xebatkarên me yên tendirustiyê roj bi roj barê wan zêdetir dibe."
Wezîr Koca: "Li Hatay, Adanê, Samsun, Antalya, Mersîn û Orduyê zêdebûna hejmara pêketiyan zêde dibe. Nexweşxane û beşên wan ên nexweşiya giran di bin barekî mezin de ne."
Koca: "Li İstanbul, Ankara, Îzmîr, Bursa, Kocaelî, Konya, Sîvas, Kahramanmaraş û Gazîantepê zêdebûna pêketinan kêm dibe."
Wezîr Koca: "Em di mijara cîbicîkirina tedbîrên parastina bibandor de bi îsrar in. Çimkî tji bilî vê rêya rizgarbûna ji vê pandemiyê hê tune ye."
AA