Kovîd-19: Li Türkiyeyê rewşa dawî

Di 24 saetên dawînde 220 kesan canê xwe ji dest da.

Kovîd-19: Li Türkiyeyê rewşa dawî

Li Türkiyeyê di 24 saetên dawînde 206 hezar û 202 testên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin kirin, 220 kesan canê xwe ji dest da.

Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Türkiyeyê, li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr"ê hat parvekirin.

Li gorî daneyên rojane îro 206 hezar û 20 test hatin kirin û hejmara testan bi giştî gihişt 20 milyon û 500 hezar û 579an.

Di 24 saetên dawînde 206 hezar û 202 test hatin kirin, testa 30 hezar û 424 kesan pozîtîf derket, 2207 kesan canê xwe ji dest da.

Hejmara nexweşên rewşgiran bû 5943, di 24 saetên dawîn de ku bi rehetbûna 5232 kesan, hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê gihişt 452 hezar û 593yan.

Ligorî daneyên heftane, vê hefteyê rêjeya zaturreyê di nexweşan de ji sedî 3,1 e. Rêjeya tijebûna qeryoleyan ji sedî 55,1 e. Rêjeya tijebûna beşa nexweşiya giran 72,1 e. Rêjeya tijebûna ventîlatorê 41,7 e.

- "Kêmbûna di xurtiya zêdebûna hejmara nexweşên rewgiran de berdewam e"

Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca li ser hesabê xwe yê Twitterê got, "Îro 5 hezar û 918 nexweş hatin tesbîtkirin. Îdî em encama tedbîran distînin. Kêmbûna di xurtiya zêdebûna hejmara nexweşên rewgiran de berdewam e. Serkeftiyên kume bi sînordarkirinan bi dest xistin, emê bi tedbîrên şexsî zêdetir bikin û biserkevin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE