Li Turkiyeyê di 24 saetên dawîn de 1024 pêketiyên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin teşxîskirin, hejmara pêketiyan gihişt 209 hezar û 962yan. 18 kesên din ji ber Kovîd-19ê canê xwe ji dest dan, hejmara miriyan bi giştî gihişt 5 hezar û 300î.
Di 24 saetên dawîn de bi rehetbûna 2 hezar û 879 kesan, hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê gihişt 190 hezar û 390î.
Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca li ser hesabê xwe yê Twitterê got, "Meyla zêdebûna hejmara nexweşên di beşa nexweşiya giran de êdî hêdîye. 7 nexweşên me yên entube kêm bûn. Hejmara rehetbûyan bi qasî 2 qatê nûpêketiyan e."
AA