Kovîd-19: Li Türkiyeyê rewşa dawî

Li Türkiyeyê di 24 saetên dawînde testa Kovîd-19ê ya 27 hezar û 515 kesan pozîtîf derket, 243 kes mirin

Kovîd-19: Li Türkiyeyê rewşa dawî

Li Türkiyeyê di 24 saetên dawînde 206 hezar û 102 testên Kovîd-19ê hatin kirin, 27 hezar û 515 kes pozîtîf derketin, 243 kesan canê xwe ji dest da.

Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Türkiyeyê, li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr"ê hat parvekirin. 

Li gorî daneyên rojane îro 206 hezar û 102 test hatin kirin, testa 27 hezar û 515 kesan pozîtîf derket û hejmara testan bi giştî gihişt 21 milyon û 901 hezar û 694an.

Îro 243 kesan canê xwe ji dest da bi vê re li Türkiyeyê hejmara herî zêde ya mirinên ji ber Kovîd-19ê hat tomarkirin.

Hejmara pêketiyan bi giştî gihişt milyonek û 955 hezar û 680î û hejmara mirinan jî gihişt 17 hezar û 364an.

Hejmara nexweşên rewşgiran bû 5 hezar û 803, bi temambûna dermankirin/xilasbûna karantînaya 30 hezar û 494 kesan, hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê gihişt milyonek 721 hezar û 607an.

Ligorî daneyên heftane, vê hefteyê rêjeya zaturreyê di nexweşan de ji sedî 2,9 e. Rêjeya tijebûna qeryoleyan ji sedî 55,8 e. Rêjeya tijebûna beşa nexweşiya giran 73,7 e. Rêjeya tijebûna ventîlatorê 41,5 e.

Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca li ser hesabê xwe yê Twitterê got, "Îro 4 hezar û 209 nexweş hatin tesbîtkirin. Hejmara nexweşên me yên rewşgiran piştî maweyeke dirêj, nizim bû. Tedbîr û sînordarkirin êdî encamê didin. Emê di van de berdewam bin. Heta em encamê bistînin emê têbikoşin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE