Kovîd-19: Li Türkiyeyê rewşa dawî

Di 24 saetên dawîn de testa Kovîd-19ê ya 19 hezar û 650 kesan pozîtîf derket.

Kovîd-19: Li Türkiyeyê rewşa dawî

Li Türkiyeyê di 24 saetên dawînde 202 hezar û 209 testên Kovîd-19ê hatin kirin, 19 hezar û 650 kes pozîtîf derketin, 2591 kesan canê xwe ji dest da.

Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Türkiyeyê, li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr"ê hat parvekirin.

Li gorî daneyên rojane îro 202 hezar û 209 test hatin kirin, testa 19 hezar û 650 kesan pozîtîf derket û hejmara testan bi giştî gihişt 23 milyon û 30 hezar û 162yan.

Îro 259 kesan canê xwe ji dest da hejmara miriyên ji ber Kovîd-19ê gihişt 18 hezar û 861ê.

Hejmara nexweşên rewşgiran bû 4 hezar û 901, bi temambûna dermankirin/xilasbûna karantînaya 34 hezar û 492 kesan, hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê gihişt milyonek 901 hezar û 307an.

Ligorî daneyên heftane, vê hefteyê rêjeya zaturreyê di nexweşan de ji sedî 4,1 e. Rêjeya tijebûna qeryoleyan ji sedî 50,8 e. Rêjeya tijebûna beşa nexweşiya giran 68,2 ye. Rêjeya tijebûna ventîlatorê 40 e.

Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca li ser hesabê xwe yê Twitterê got, "Îro 3 hezar û 192 nexweş hatin tesbîtkirin. Daketina pêketinan dilxweşker e. Emê hejmara pêketinan jî bi pabendiya sînordarkirin û tedbîran kêm bikin. Di van rojan de pêdivê pêketinên nav malan de bên astengkirin. Tehdît li kuderê be pêdivê tedbîr jî wê derê bin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE