Kovîd-19: Li Türkiyeyê rewşa dawî

Li Türkiyeyê di 24 saetên dawîn de testa Kovîd-19ê ya 18 hezar û 102 kesan pozîtîf derket, 254 kes mirin

Kovîd-19: Li Türkiyeyê rewşa dawî

Li Türkiyeyê di 24 saetên dawînde 195 hezar û 675 testên Kovîd-19ê hatin kirin, 18 hezar û 102 kes pozîtîf derketin, 254 kesan canê xwe ji dest da.

Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Türkiyeyê, li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr"ê hat parvekirin.

Li gorî daneyên rojane îro 195 hezar û 675 test hatin kirin, testa 18 hezar û 102 kesan pozîtîf derket û hejmara testan bi giştî gihişt 23 milyon û 225 hezar û 837an.

Îro 254 kesan canê xwe ji dest da hejmara miriyên ji ber Kovîd-19ê gihişt 19 hezar û 115an.

Hejmara nexweşên rewşgiran bû 4 hezar û 805, bi temambûna dermankirin/xilasbûna karantînaya 33 hezar û 985 kesan, hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê gihişt milyonek 935 hezar û 292an.

Li gorî daneyên heftane, vê hefteyê rêjeya zaturreyê di nexweşan de ji sedî 4,1 e. Rêjeya tijebûna qeryoleyan ji sedî 50,8 e. Rêjeya tijebûna beşa nexweşiya giran 68,2 ye. Rêjeya tijebûna ventîlatorê 40 e.

Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca li ser hesabê xwe yê Twitterê got, "Îro 3 hezar û 218 nexweş hatin tesbîtkirin. Me mizgînî sitend ku dê vaksîn bi bandor be. Bi tedbîran em xwe amedeyî rojên xweş bikin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE