Li Türkiyeyê di 24 saetên dawîn da 201 hezar û 104 testên Kovîd-19ê hatin kirin, testa 17 hezar û 543 kesan pozîtîf derket, 256 kes mirin.
Jimara nexweşên giran bû 4 hezar û 702, tedawî/karantînaya Kovîd-19ê ya 35 hezar û 511 kesan temam bû û jimara başbûyiyan derket milyonek û 970 hezar û 803yan.
Wezîr Fahrettîn Koca: "3199 nexweşên me yên nû yên îro hatine tesbîtkirin hene. Ketina jimara nexweş û waqieyan da tesîra xwe li ser barê nexweşxaneyên me jî nîşan dide."
Wezîr Koca: "Hêviya me ew e ku ev başbûn di demek nêz da di jimara miriyên me da jî xuya bibe. Em heta dawiya kampanyaya aşiyê di tevdîran da bi israr bin."
AA