Li Türkiyeyê di 24 saetên dawînde 172 hezar û 113 testên Kovîd-19ê hatin kirin, 14 hezar û 205 kes pozîtîf derketin, 254 kesan canê xwe ji dest da.
Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Türkiyeyê, li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr"ê hat parvekirin.
Li gorî daneyên rojane îro 172 hezar û 113 test hatin kirin, testa 14 hezar û 205 kesan pozîtîf derket û hejmara testan bi giştî gihişt 23 milyon û 777 hezar û 926an.
Îro 254 kesan canê xwe ji dest da û hejmara miriyên ji ber Kovîd-19ê gihişt 19 hezar û 8785an.
Hejmara nexweşên rewşgiran bû 4 hezar û 309, bi temambûna dermankirin/xilasbûna karantînaya 21 hezar û 196 kesan, hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê gihişt 2 milyon 15 hezar û 230î.
Ligorî daneyên heftane, vê hefteyê rêjeya zaturreyê di nexweşan de ji sedî 4,1 e. Rêjeya tijebûna qeryoleyan ji sedî 50,8 e. Rêjeya tijebûna beşa nexweşiya giran 68,2 ye. Rêjeya tijebûna ventîlatorê 40 e.
Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca li ser hesabê xwe yê Twitterê got, "Îro 2806 nexweş hatin tesbîtkirin. Daketina hejmara pêketî û nexweşan berdewam e. Hejmara temasdaran û daxwaza testkirinê jî kêm dibe. Em di wê hêviyê de ne ku bandora tedbîr û sînordarkirinan di hejmara miriyan de jî bibînin. Dê têkoşîna berdewamî, serkeftinê bike mayinde."
AA