Kovîd-19: Li Türkiyeyê rewşa dawî

Di 24 saetên dawîn de 193 kesan canê xwe ji dest da...

Kovîd-19: Li Türkiyeyê rewşa dawî

Li Türkiyeyê di 24 saetên dawîn de 138 hezar û 941 testên Kovîd-19ê hatin kirin, 9 hezar û 877 kes pozîtîf derketin, 193 kesan canê xwe ji dest da.

Hejmara nexweşên rewşgiran bû 3 hezar û 612, bi temambûna dermankirin/xilasbûna karantînaya 10 hezar û 102 kesan, hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê gihişt 2 milyon 136 hezar û 534an.

Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca: "Îro 1515 nexweş hatin tesbîtkirin. Piştî demeke dirêj hejmara pêketiyan daket biniya 10 hezaran."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE