Li Türkiyeyê di 24 saetên dawînde 181 hezar û 323 testên Kovîd-19ê hatin kirin, 13 hezar û 695 kes pozîtîf derketin, 197 kesan canê xwe ji dest da.
Hejmara nexweşên rewşgiran bû 3 hezar û 522, bi temambûna dermankirin/xilasbûna karantînaya 9 hezar û 896 kesan, hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê gihişt 2 milyon 146 hezar û 430î.
Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca ji ser hesabê xwe yê twîtterê de got; "Daketina hejmara nexweşên rewşgiran berdewam e. Pêdivê destkeftiyên xwe yên ku me bi sînordarkirin û tedbîran sitendin, em bikin mayinde."
AA