Li Türkiyeyê di 24 saetên dawîn de 182 hezar û 645 testên Kovîd-19ê hatin kirin, 13 hezar û 830 kes pozîtîf derketin, 191 kesan canê xwe ji dest da.
Nexweşên giran bûn 3303, 8 hezar û 702 kes hatin dermankirin/karantînaya wan qediya, hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê bû 2 milyon 164 hezar û 40.
Wezîr Fahrettîn Koca ji ser hesabê xwe yê twitterê de got: "Îro 13 hezar û 830 nexweş hatin tesbîtkirin. Daketina hejmara nexweşên rewşgiran bi awayekî dilxweşker berdewam e."
Koca: "Hejmara mirinan ber bi kêmbûnê ve diçe. Bi tedbîr û têkoşana pêkveyî, emê bi ser kevin."
AA